Zêdetirî 85 milyar dînarên dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê radestî Hikûmeta Îraqê hatin kirin
“Ev berhemê hevfehimandina navbera her du Serokwezîran Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî ye”

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya hevehimandinên navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de, pareke dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo meha Sibatê radestî Hikûmeta Îraqê hat kirin.
Çavkaniyekê ji Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragehand, “Îro (Duşem, 27.05.2024) ji bo cara yekê 85 milyar û 199 milyon û 634 hezar dînar ku 50% ya dahat û bac û resmên gomirkî yên Herêma Kurdistanê ji bo meha Sibatê ne û li dû raportên terazûya pêdaçûna mehane li ser hejmara bankê ya Wezareta Darayî ya Hikûmeta Îraqê li tayê Hewlêrê yê Banka Navendî ya Îraqê hatin zêdekirin”.
Li dû zanyaran, ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê cara yekê ye piştî sala 2003ê heta îro ku pareke dahata negirêdayî petrolê ya navxwe radestî Hikûmeta Îraqê tê kirin, ev jî piştî wan pêşkeftin û lihevkirinan ên ku li ser mijara mûçeyî û hin mijarên darayî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de peyda bûne.
Ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê encamê hevfehimandina navbera her du Serokwezîran Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî ye.