Mesrûr Barzanî: Xelkê Soranê hêjayî xizmetguzariyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, xelkê devera Soranê wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê hêjayî xizmetguzariyê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 28ê Gulanê li ser tora civakî “X” nivîsî: “Xelkê Soranê gelek qurbanî dane û wek hemû navçeyên din ên Kurdistanê hêjayî xizmetguzariyê ye.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nivîsa xwe de got: “Em ê veberhênanê li hemû bajar, bajarok û gundên Kurdistanê bidomînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Soranê kevirê bingehê yê çar projeyan danî,ku ji rêya dualî ya 40 metrî, hola helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, parka nav bajarî, Parka Niştîmanî û Over Pasa Deriyê Soranê pêk tên.

Piştre, Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya Akwaparka Mîroyê li Şingilbanê li qezaya Rewandizê li sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehê yê projeyan de di gotarekê de ragihand, “Me hewl daye ku li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê tevî rewşa dijwar a aborî û darayî, projeyên xwe ji bo xizmetkirina welatiyên xwe berdewam bikin.”

Tekez kir jî: “Plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê giringîdan bi bajarên mezin e, belkû pêşxistina bajar û bajarokan û vejandina gundên me ye jî.”