Wezareta Pilandananê ya Îraqê û şandeke Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser hevahengiyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîla Kargêriya Wezareta Pilandananê ya Îraqê û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dicivin û danûstandin li ser mîkanîzma dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê û karê bi hev re di warê teknolojiya zanyaran û çend mijarên din kirin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Wezareta Pilandananê ya Îraqê duhî (Sêşem, 28.05.2024) ragehand ku, ji bo danûstandinên li ser mîkanîzma dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê bi şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.

Wezareta Pilandananê ya Îraqê amaje da, “Wekîla Kargêriya Wezareta Pilandananê ya Îraqê Ezhar Hisên Salih li ser dana kodê fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê bi Serokê Fermangeha Teknolojiya û Zanyaran Hîwa Fendî, Birêveberê Giştî yê Karûbarên Peywendiyan û Lidûçûnê li Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Hacî Hemed û Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyaran Bêstûn Cercîs re civiya.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Wezareta Pilandananê ya Îraqê eşkere jî kir, “Di wê civînê de danûstandin li ser dana hejmara fermanberiyê ji bo fermanberên Herêma Kurdistanê û asoya peywendiyan di warê teknolojiya zanyaran û xizmetkariyên eliktironî û vexwandina şarezayên warê teknolojiya zanyaran ji bo serdana Fermangeha Teknolojiya Zanyaran li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.

Fly Erbil Advertisment