Nehro Rewandizî: Çend welat naxwazin hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bê destpêkirin

Nehro Rewandizî
Nehro Rewandizî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê re diyar kiriye ku em ji bo lihevkirinê berhev in lê bi şertekî ku mafê kompaniyan bê dabînkirin”.

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Nehro Rewandizî ji K24ê re ragehand, “Gelek lijne ji roja 25.03.2024ê heta niha di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de dicivin”.

Nehro Rewandizî herwesa got, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Îraqê re diyar kiriye ku em ji bo lihevkirinê berhev in lê bi şertekî ku mafê kompaniyan bê dabînkirin. Hikûmeta Îraqê ji me re got bi kompaniyan re rûbinin û bi wan re li hev bikin lê ew bi xwe nehatin”.

Navbirî amaje jî da, “Hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê du sedem hene, yek ji wan aborî ye ku eger hinardekirin dest pê bike, dê zirarê bigehîne Îraqê”.

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê zêdetir ron kir, “Li dû lihevkirina OPECê, divê Îraq her roj sê milyon û 500 hezar bermîlên petrolê hinarde bike. Eger Îraq petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike, divê hinardekirina petrola Besreyê kêm bike”.

Nehro Rewandizî eşkere jî kir, “Bi nerîna min, welatên cîran naxwazin Herêma Kurdistanê ber bi zêdetir çespandinê biçe, lewma li ser wê yekê kar dikin ku ew mijar bê lengkirin û bi çi awayan hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê neyê destpêkirin”.

Fly Erbil Advertisment