Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê, berpirsên hikûmetê û aliyên siyasî re, giheşte Bexdayê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo civîna bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, rayedarên din ên hikûmeta federal û serkirde û berpirsên partiyên siyasî yên Iraqê re, îro 30î Gulanê gihîşte Bexdayê.
Di civînan de, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingehê destûrê, bi taybetî dabînkirina mûçe û mafên darayî yên gelê Kurdistanê dê werin gotûbêjkirin.
Herwiha pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de ji bo parastina asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê tên behskirin.