Mesrûr Barzanî û Qeys Xezelî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sikirtêrê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq a Îraqî civiyan.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.
Di çarçoceya serdana xwe ya ji bo Bexdayê û berdewamiya civînên xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Sikirtêrê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq a Îraqî Qeys Xezelî re civiyan.
Peyamnêrê K24ê yê Bexdayê Dîlan Barzan ragehand, “Piştî civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Qyes Xezelî re, biryar e bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re jî bicive”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî ku bi Qeys Xezelî re bicive, bi Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê û Serokê Hevpeymaniya Nebnîyê Hadî Amirî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî re civiya.
Mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi berpirsên bilind ên Îraqê re ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”


