Fransa efserên Wezareta Pêşmerge dibe Kolîja Cengê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendên Serbazî yên Hêzên Fransayê piştevaniya welatê xwe ji bo piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge tekez dikin û dixwazin efserên Wezareta Pêşmerge bibin Kolîja Cengê ya Fransayê.
Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, Cîgirê Birêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge Emîd Cewher Salih Ehmed û şêwirmendên serbazî yên Fermandeya Hêzên Fransayê li nav Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê Kolonel John Mark Coppola û Meger Nickola civiyan.
Di wê civînê de ku Birêveberê Pişka Vekolan û Pêşxistina Pirojeyên Çaksaziyê Emîdê Endazyar Şaxewan Selam û hejmareke efserên tîmên pirojeyan tê de berhev bûbûn, Birêveberiya Çaksaziyê dawî pêşveçûnên piroseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge berçav kirin, herwesa tekez li ser hejmareke pirojeyan kir ku niha tîmên pirojeyên çaksaziyê karî li ser dikin.
Li beranberî wê jî, Kolonel John Mark daxwaza Fransayê ji bo piştevaniya dabînkirina şêwira pêdivî ji bo pirojeya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge û bizavên wan ji bo şandina efserên Wezareta Pêşmerge ji bo xwandinê li Kolîja Cengê ya Fransayê û herwesa bizava xwe ji bo vekirina korsa fêrbûna zimanê Fransî li pişka teknolojî û zimanan a girêdayî Birêveberiya Çaksaziyê diyar kir.
Cîgirê Birêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge jî ji ber piştevaniya wan ji bo Wezareta Pêşmerge û bizavên wan ên berdewam ji bo bihêzkirina hêzên Pêşûmergeyan spasiya Fransayê kir.
Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê hêzeke serbazî ye û ji çend yekîneyên serbazî yên welatên cuda cuda li cîhanê bi serokatiya Amerîka û Brîtanyayê pêk hatiye. Nêzî 600 serbazên Fransayî di çarçoveya operasyonên Şamalê de li Îraqê û Herêma Kurdistanê ne, wekî pareke hevpar a Fransayê ji bo Hevpeymaniya Navdewletî ku li sala 2014ê ji bo şerê DAIŞê hatiye damezransin.