Bizava Goranê serdana PDKyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekî berhevî ji bo wê şanda ku biryar e bi serperiştiya Omerê Seyîd Elî serdana PDKyê bike, Bizava Goranê li serê heftiya bê civîneke navxweyî dike.
Çavkaniyekê ji Bizava Goranê ji K24ê re ragehand, “Li paşerojeke nêzîk şandeke Bizava Goranê bi serperiştiya Omerê Seyîd Elî û endametiya çend endamên tîma hikûmî ya Bizava Goranê û Civata Niştîmanî serdana PDKyê dike”.
Ji bo wê meremê jî, biryar e roja Şemiyê li Mekoya Serekî ya Bizava Goranê bi serokatiya Mistefa Seyîd Qadir û endametiya çend nûnerên Goranê û Civata Niştîmanî civînek bê kirin, wekî berhevî ji bo civîna xwe ya bi PDKyê re, ku dê danûstandinan li ser hilbijartinan û peywendiyên Goran û PDKyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê û çend pirsên din bikin.