Merasîma “Gara Tawûsê” li gund û komelgehên Êzdiyan birêve çû
Şêxan (K24) – Wek kevneşopî û merasîmeke olî ya salane, Gera Tawûs li gund û komelgehên Êzidiyan birêve çû û qonaxa dawî jî li navçeya Baederê bû. Kabaniyek dibêje, dema gera tawûs tê gund, her kes pêşwazî lê dike û ew roj dibe sembola lêborînê.
Xelkê Baedrê bi tawe û bexûr, cilûbergên spî, lêdana def û şebabe û mûzeka olî pêşwazî li Gera Tawûsê dikin.
Rewşenbîrê Baedîrî Xalid Nermo ji K24ê re got: “Ev Gera Tawûsê, li gorî dap û nerîtên bi hezaran salan, li tevaya gundê Êzidiyan li derdora Mûsilê, devera Şêxanê û derdora Dihokê, gund bi gund digere. Merasîm bi hîma û sembolên ayînî tê gerandin. Ev merasîm bûye handerek ji bo aştiya civakî di nava xelkê de.”
Ji aliyekî ve merasîmeke olî ya kevnar e, ji aliyê din ve jî sembola kombûna gundî, nas, dost û cîranan e. Di heman demê de ev roj di navbera gundiyan de dibe derfet ji bo hevqebûlkirin, lêborîn, yekîtî û hevgirtinê.
Kaban Daye Fato dibêje: “Çend sal in ev ger nehatibû kirin, lê îsal hate kirin û em gelekî pê dilxweş in. Em zadê xwe tînin û hemû tên şîvê dixwin. Her kesê dilê xwe ji yê din mabe, lihev tên
Di serdemên berê de, heft tawûs û heft qonax li herêmên Êzidiyan digeriyan û piştre jî li Baedrê paytexta Êzdiyan û wargeha mîra dihate bidawîkirin.