HSD: DAIŞˊiyê zarok û jin ji kampa Holê direvandin hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) çeteyekî DAIŞˊê yê ku çete û malbatên wan ji kampa Holê ya Hesekê direvandin û dişandin herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagîrkiin, girt.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 2ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, “Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên ser bi HSDê ve, roja 30î Gulanê li gundê Ebû Curn ê Til Hemîsê operasyoneke ewlehiyê pêk anî û Ebdullah Mihemed Îbrahîm (Ebî Hîşam) girt.
Di daxuyaniyê de hat gotin, teroristê hatiye girtin malbatên rêxistina DAIŞˊê, bi taybet zarokên bi navê “Eşbal El Xîlafe” û jinên DAIŞê ji kampa Holê direvandin û digihandina herêmên DAIŞê û herêmên ku di bin kontrola hêzên Tirkiyeyê ku li wan herêmên serçeteyên DAIŞê hene û pêwendiya terorist Ebî Hîşam bi wan heye.
Herwiha diyar kir jî, tîmên TOLê telefona Ebî Hîşam û 2 nasmaneyên ku wî hewl dida xwediyên wan ji kampê birevîne, desteser kirin.