Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya Baedrê-Êtîtê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro demjimêr 14:30ê piştî nîvro kevirê bingehîn ê rêya Baedrê-Êtîtê datîne.
Navçeya Baedrê ser bi navçeya Şêxan a li parêzgeha Dihokê ye, ji 13 gundan pêk tê. Nifûsa navenda navçeyê zêdetirî 24 hezar kes e ku piraniya wan Kurdên Êzidî ne.
Danîna kevirê bingehînê yê vê rêyê piştî wê tê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîranê li Dihokê kevirê bingehîn ê her parkan Aloke û Serhildan (Berûşkê) danî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de jî got: “Ez gelekî kêfxweşim ku careke din li Dihokê me û ji bo danîna kevirê bingehîn ê çend projeyan, ji wan jî herdu parkên Aloka û Berûşkê. Çend roj berê jî ji bo danîna kevirê bingehîn ê du parkên girîng em li herêma Soran bûn. Ev yek jî pabendbûna me ya ji bo ciwantirkirn û saxlemtirkirina bajarên me nîşan dide.”
Di heyama çar salên borî de, zêdetir ji 959 projeyên mezin û biçûk li parêzgeha Dihokê bi bihayê zêdetir ji 1 trîlyon û 81 milyar dînar hatine cîbicîkirin.
Ji wan 959 projeyan, 485 proje ketine xizmeta welatiyan û xebatên 423 projeyên din jî berdewam dikin. Hevdem, erêkirina cîbicîkirina 51 projeyên din ên xizmetguzariyê li parêzgarê Dihokê hatiye dayîn.