Mesrûr Barzanî: Erkê hikûmetê ye baştirîn rêyan ji bo welatiyan dabîn bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîranê kevirê bingehîn ê rêya Baedrê-Êtîtê danî. Rê 26 kîlometre dirêj e û bi bihayê 135 milyar û 584 milyon dînar tê çêkirin. Bi temambûna projeyê re, dê tevahiya rêya Dihok-Hewlêrê bibe dualî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Amedabûyên hêja, hûn bi xêr hatin. Gelek spas ji bo beşdarbûna we. Bi xêrhatina Mîrê Êzdiyan û Encûmena Rûhanî dikim ku beşdarî vê merasimê bûne. Ez gelek keyfxweş im ku îro bo cara duyem e em dicivin, ji bo danîna kevirê bingehîn ji çend projeyên giring bo vê herêmê. Projeya ku em kevirê bingehîn ji bo wê datînin, pirojeya rêya Baedre-Êtîtê, ku yek ji wan projeyên pêwîst e û beşeke giring a projeyê, girêdana parêzgehên me bi rêyên standard û baş e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Temamkirina vê rêyê dê gelek xizmet bigihîne welatiyên Baedrê, Şêxan, Dihok, Hewlêr û Kurdistanê bi giştî. Hewldanên me destpêka başkirina tora rê û berferehkirina otobanan li seranserê Herêma Kurdistanê ne. Bi alîkariya pisporên biyanî û şiyanên navxweyî me dest bi rêkarên çêkirina rêyên Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên navdewletî kiriye.”

Diyar kir jî, “Di heyama salên borî de, tevî hemû zehmetiyên darayî û aborî me dest ji karên çêkirina rêyan berneda. Bêguman bi başbûna rewşa aborî û darayî re, emê bi hemû hêza xwe hewl bidin ku van projeyan berfirehtir û bileztir bicih bînin. Mîna gelek warên din, çanda bikaranîn û serederîkirina ligel rêyan gelekî girîng e.”

Serokwezîr got jî: “Erkê hikûmetê ye ku bi awayekî herî baş rêyan dirust bike û bixe xizmeta welatiyan. Di heman demê de erkê welatiyan e ku rênmayên trafîkê li ber çavan bigirin û xwe û xizmên xwe biparêzin.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Mijareke din jî ya giring heye ku ez dixwazim li ser biaxivim. Wekî ez dibînim, ne Hikûmet û ne jî welatî wekî pêdivî pê nedaye. Ew jî mijara parastina miherematên rêyan û otobanan e. mixabin em dibînin gelek caran welatî dikanên xwe, malên xwe û cihên keda xwe li nêzî cadeyan çê dikin. Ev jî li ser jiyana wan, kesûkarên wan û zarokên wan bûye metirsî. Ji aliyekî din jî ve sîmayê van rêyan têk daye û hin caran astengan jî ji bo hatinûçûnê çê dikin.”

Navbirî tekez jî kir, “Pêdivî ye bi awayekî rijd kar li ser vê mijarê bê kirin û derdoran wan li dû standardên navdewletî biparêzin. Ez daxwazê ji welatiyan dikim êdî sîmayê van rêyan û otobanan rêk nedin û miherematên rêyan binpê nekin. Di eynî demê de ez daxwazê ji dezgehên Hikûmetê dikim ku berdewam çavdêriya rêyan bikin. Eger nezanîbe an ji ber her sedemeke din miheremat binpê kiribin, rabikin û bi têgehiştin bi hev re hin cihên din jê re destnîşan bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Cihê dilxweşiyê ye ku li dû amaran, li van dawiyan hejmara rûdanên trafîkê li vê deverê kêm bûye. Spas ji Xudê re ji ber ku gelek caran rûdan dibûn sedema mirina şofêran û ezîz û kesûkarên wan. Ez hêvîdar im bi bicihanîna van piroje û rêyan, roj bi roj rûdanên trafîkê kêm bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Di ser hemî dijwarî, qeyran û astengan re, em li ser bicihanîna pirojeyan berdewam bûn, me ranewestandin û em dê berdeam jî bin.”

Mesrûr Barzanî di wê helkeftinê peyamek pêşkêşî mûçexurên Herêma Kurdistanê jî kir û ragehand, “Em bi Hikûmeta Federalî re berdewam di peywendî û hevahengiyê da ne, ku ev mijar bidawî bê û arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn bê çarekirin û êdî me bi van arêşe û astengan ve mijûl nekin, ji bo ku em jî hêz û şiyanên xwe yên destpêka ji bo xizmetkirina xelkî û pêşkêşkirina zêdetir pirojeyan ji bo hemî xelkê Herêma Kurdistanê bi awayekî wekhev û bê cudahî terxan bikin.”