Encûmena Wezîran mijara wergirtina genimê cotkaran û hinardekirina petrolê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran îro 05.06.2024an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîr amaje bi Roja Cîhanî ya Jîngehê kir û got ku pêwîst e her roj bibe roja parastina jîngehê û divê hemû hewl ji bo pêşxistina çanda parastina jîngehê bên dayîn..
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi babeta parastina jîngehê kir û got ku divê parastina jîngehê erk û xema me hemûyan be û divê jîngeh û sirûşta ciwan a Kurdistanê paqij bihêlin û nifşên paşerojê jê sûdmend bin. Ji ber ku ev sirûşt ne tenê milkê me ye û milkê nifşên pêşerojê ye, parastina wê û pêşxistina wê erka me hemûyan e.
Di beşa yekem a civînê de, raporta sala duyem a cîbicîkirina pilana mafên mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê (2021-2025) ji aliyê Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî Dîndar Zêbarî ve hat pêşkêşkirin. Piştî ku plan di Îlona 2021an de ji aliyê Encûmena Wezîran ve hat pesendkirin, ket warê cibicîkirinê.
Di raporê de, bi dane û zanyariyên berfireh, amaje bi tedbîrên wezaret û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên mirovan, azadiya derbirînê, azadiya ragihandinê, nehiştina tundiya li ser jinan ûparastina mafên pêkhateyan cuda hate kirin, nirxandineke giştgîr ji bo proseya cibicîkirina plane li ser asta her sê desthilatên cîbicîkar, yasadanan û dadwerî hate kirin.
Herwiha zanyariyên pêwîst derbarê kar û pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên taybet bi baştirkirina şert û mercên çaksaziyê û girtîgehan, şerê li dijî madeyên hişbir û bandorên wê yên derûnî û bazirganîkirina bi mirovan de, hatin pêşkêşkirin.
Serokwezîr ji bo vê raporê, destxweşî li Ofîsa Raspardeyên Navdewletî û bi karnameya Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastina mafên mirovan de kir, ku yek ji karên pêşîne yên Kabîneya Nehem e û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dibîne ku bi rêya wezaret û aliyên peywendîdar, giringiyê bi vê pirsê bide.
Di vê derbarê de Encûmena Wezîran, wezaret raspardin ku di pêngavên xwe de ji bo cibicîkirina plana pesendkirî wek beşek ji karname û plana Kabîneya Nehan.
Di xala duyem de jî, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî, raportek li ser helwêsta herî dawî ya hikûmeta federal derbarê wergirtina cotkarên genimê Herêma Kurdistanê û rasparde û pêşniyarên wezaretê di vê derbarê de pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran pêngavên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ji bo parastina mafên cotkaran li Herêma Kurdistanê û hewlên vê dawiyê yên Serokwezîr û gotûbêjên digel Serokwezîrê federal bilind û herwiha civînên Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ligel Wezareta Çandiniyê ya Federal û Encûmena Aboriyê ya Federal li Bexdayê nirxand. Encumena Wezîran, Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê û Wezareta Bazirganî û Pîşesazî raspardin ku di çarçoveya planeke guncaw a çandiniyê de, di çarçoveya planeke çandiniyê ya guncayî de karên pêwîst bikin li ser pêşniyarên ku di civînê de hatin pêşkêşkirin, ji bo sûdwergirtina ji genimê cotkaran, herwiha tedbîrên pêwîst bigirin li gor pêşnîyarên ku di rapora Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê de cih hatibûn.
Piştre guftûgo derbarê dawî pêşhatên dosyeya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Serokwezîr û şanda danûstandinkar behsa civîn, hewl û tedbîrên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin. Di vî warî de hevdîtinên bi hikûmeta federal re berdewam in bo di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo vê mebestê jî, biryar e di destpêka hefteya bê de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê, li ser vexwendina Wezareta Petrola Iraqê, serdana Bexdayê bikin, ji bo gotûbêjkirin û danîna mekanîzma çareseriyê bo rakirina hemû astengiyan li pêşiya destpêkirina hinardekirina petrolê ku mixabin rawestandina ji meha Adara sala borî ve, bûye sedema ziyana bi milyaran dolaran bo Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê.
Encumena Wezîran şanda danûstandinan erkdar kir ku helwesta cidî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat bike, ji bo gihîştina lihevkirineke berfireh û hevseng di çarçoveya destûrê de ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya SOMO û bikaranîna dahatên wê ji bo xizmeta xezîneya giştî. Divê ev yek jî li ser binemaya destûrî be û taybetiyên desthilatên Herêmê li ber çavan bê girtin, di vê çarçoveyê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye danûstandinan bike û bigihe rêkeftinekê.