Kerxî Altî Bermax: Nedadperwerî di parvekirina kursiyên pêkhatan de hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Bizava Demokratî ya Tirkmenan amajeyê dide, “Pêkhat ji ber nedadperweriya di encamê kêmkirina kursiyên wan li Perlemana Kurdistanê de nikarin wekî pêdivî bi awayekî çalak û rastîn tevlî hilbijartinan bibin”.
Serokê Bizava Demokratî ya Tirkmenan Kerxî Altî Bermax îro (În, 07.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Bi bizavên Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pênc kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo pêkhatan hatin vegerandin.”
Kerxî Altî Bermax amaje jî da, “Nedadperwerî di parvekirina kursiyên pêkhatan li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ev nedadperweriya di parvekirina kursiyan li ser parêzgehan de hatiye kirin dê zirarê bigehîne pêkhatan.”
Serokê Bizava Demokratî ya Tirkmenan tekez jî kir, “Ji ber vê nedadperweriyê, dengê netewe û dînên cuda li Perlamana Kurdisatanê wekî xwe nagehe.”
Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê li roja Sêşemê, 21.05.2024, biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinan a Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku li roja Duşemê, 20.05.2024, derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:
1. Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
2. Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)
3. Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.
Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 05.09.2024ê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pêşniyar kiriye û ew pêşniyara xwe jî bi nivîsareke fermî pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye.