Li Mereşê erdhejek çê bû

Diyarbekir (K24) - Li herêma Goksuna navçeya Mereşê erdhejek bi pileya 4.3 çê bû.
Serokatiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) îro (Yekşem, 09.06.2024) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, seet 06.31 li herêma Goksuna navçeya Mereşê erdhejek bi pileya 4.3 rû da.
Serokatiya Karesat û Rewşa Awarte (AFAD) herwesa amaje da ku, kûrahiya wê erdhejê 7 kîlometra hatiye pîvan.
Pêştir jî li roja18.04.2024ê li herêma Goksuna Mereşê erdhejek bi heza 3.9 pileyan li gorî pîvera Richterê rû dabû.
AFADê herwesa diyar kiribû ku, kûrahiya wê erdhej 11.35 kîlometre di bin erdê bû.