Pispor pêşbîniya erdhejeke bihêz bo Stenbolê dikin û banga wergirtina rêkaran dikin

Stenbol (K24) – Pisporên erdhejê careke din hişyariya erdhêjeke bihêz bo Stenbolê didin û banga wergirtina rêkaran dikin. Girîngtirîn rêkar, projeya vegûherîna bajarvaniyê ye lêbelê ew proje jî ji ber lihevnekirina xwediyê avahiyan û belênderan (mûtahît) sist bi rê ve diçe û xelkê Stenbolê bi qedera xwe re tenê hatine hiştin.

Rûxana avahiyeka kevin a li bajarokê Kûçûkçekmeceyê yê Stenbolê, pirsa wernegirtina rêkarên li dijî erdhêja Stenbolê careke din li rojeva Tirkiyeyê zêde kir. Li gor amarên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, li Stenbolê 5 milyon û 600 hezar yekeyên serbixwe hene û milyonek û nîv ji wan gelek birîsk in û 600 hezar ji wan divê di çarçoveya projeya vegûherîna bajarvaniyê de di zûtirîn dem de bên rûxandin. Pisporên erdhejê jî balê dikşînin ser girîngiya vê projeyê bi taybet ji bo bajarokên wekî Kûçûkçekmece, Bûyûkçekmece û Avcilarê.

Pisporê erdhejê Yoshinorî Morîwakî ji K24ê re got: “Di erdhejekê de herî zêde navçeya ku dikeve rojavayê Balafirgeha Atatûrkê dê zerermend bibe. Ji ber ku ev navçe li ser zemîneka nerm ava bûye û avahiyên li wir gelek kevin in. Pêvajoya veguherîna bajarvaniyê li bajarokên wekî Bûyûkçekmece û Kûçûkçekmeceyê bi rê ve diçe lêbelê têr nake. Avahiya li Kûçûkçekmeceyê ji ber ku tevlî pêvajoya vegûherîna bajarvaniyê nebû hatibû xwarê û xelkê têde mirin û birîndar bûn. Lê avahiya li kêleka wê di çarçoveya vegûherîna bajarvaniyê de hatibû valakirin. Xwezî xwediyê avahiya hatibû xwarê jî vegûherîna bajarvaniyê qebûl kiribaya.”

Digel ev qas metirsî û hişyariyên erdhejê projeya vegûherîna bajarvaniyê di asta pêwîst de bi rê ve naçe û gelek xwediyên avahî û xaniyan bi hinceta ku xedir (neheqî) li wan tê kirin naxwazin tevlî vê projeyê bibin. Yek ji parêzerên diyar ê dozên vegûherîna bajarvaniyê eşkere dike ku, welatî di nava jidestdana maf û canê xwe de asê mane.

Parêzer Onur Cîngîl dibêje: “Di projeya vegûherîna bajarvaniyê de welatî baweriya xwe ne bi dewletê ne jî bi belênderan tînin. Ji ber ku girêbestên belênderan ne li gor yasayan e. Herwiha wezaret jî çi girêbest pêşkêşî welatiyan nake. Sedema ku ez dibêjim welatî di nava can û mafê xwe de asê mane ev e û ev jî dibe sedema rawestana projeya vegûherîna bajarvaniyê. Divê girêbest dadperwerane bin, proje zelal û berjewendiyên welatiyan li xwe bigre ne berjewendiyên belênderan.”

Tirsa erdhejê di nava welatiyan de jî bihêz e û gazinda wan bêxemiya rayedaran e.

Welatî: “Erdheja sala 1999ê tirseka mezin di dilê me de çêkiriye û em gelek dilgiran in. Gavên şaş ên siyasetmedaran, bajarvaniya berevajî xemên me yên erdhejê jî zêdetir dike. Heke siyasetmedar xema welatiyan bixwin û rêkaran werbigrin, encamên karesata erdhejê jî dikare kêm bibe.”

Welatî: “Di asta pêwîst de rêkar nehatine wergirtin. Niha hewla rûxandina hin avahiyên kevin didin lê ev ne bes e. Liv ir Şaredariya Stenbolê bi erkê xwe ranabe. Pêwîstî bi xebateke bilêz bo vegûherîna bajarvaniyê heye.”

Egera erdhêja Stenbolê wekî pirseka asayîşa niştimanî tê nirxandin. Lewra Herêma Marmarayê ji sedî 45ê aboriya hemû Tirkiyeyê li xwe digre û di egera erdhejekê de asayîş û aboriya vî welatî dikare tûşî pirsgirêkên ciddî bibe. Bileztirîn rêkar jî çolkirina avahiyên kevin û çêkirina avahiyên nû ye.