Li Meletiyê erdhejêk bi hêza 4.4 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Arganê ya Meletiyê bi hêza 4.4 pileyan li ser pîvera Richterê erdhej çêbû.

Rêvebiriya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) îro 16ê Hezîranê ragihand, li navçeya Arganê ya Meletiyê îşev demjimêr 20.24 erdhejek bi hêza 4.4 çêbû

AFAD’ê amaje bi wê jî kir, kûrahiya erdhejê 7 kîlmetreyan hatiye pîvan.

Hat ragihandin ku erdhej li herêmê bûye sedema metirsiyê.