Teyrokan berhemên çandiniyê yên Şinoyê têk birin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna teyrokan, ziyanek mezin gihîştiye cotkar û baxçevanên gundên derdora bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê û çend meyweyên havînê têk çûne, cotkar jî dixwazin ku hikûmeta Îranê wan qerebû bike.
Roja şemiya borî li bajarê Şinoyê yê başûrê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, çend xulekan teyrok barîn û ked û berhemên salekê ya cotkaran têk çû.
Cotkar û xwediyên baxçeyên çend gundên bajarê Şinoyê dibêjin, îsal beşeke mezin ji berhemên meyweyên wan ji ber barîna teyrokan têk çûye.
Cotkar Mihemed Resûlî dibêje: “Mixabin beriya çend rojan teyrok li hemû gundên derdora bajarê Şinoyê barîbû û sêv, kêraz, qeysî û hilûk jinav birin. Vê yekê jî gelek ziyan gihand me, di demekê de ku dewlet jî bi derman û peynê alîkariya me nake.”
Tevî ku van ziyanên çandiniyê derketine, cotkar gazinan ji dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê dikin û bi taybet jî Cîhada Çandiniyê, ku ne amade ne qerebûkirina wan bike, di demekê de ku berhemên li van baxçeyan bê bîme (sîgorte) ne û giraniya zirara xwezayî bi tevahî dikeve ser milê cotkar û baxçevanan.
Cotkar Bazîd Sohrabî jî dibêje: “Hemû meyweyên havînê ziyan dîtine û Rêveberiya Çandiniyê û dezgehên din ên girêdayî bi baxçevanî û cotkaran, ti destpêşxeriyek nekiriye ku bi kêmanî alîkariya cotkaran bike û ziyanê me sivik bike.”
Li Îranê ji bo qerebûkirina ziyanên ji ber ber bûyerên sirûştî, wek lehî û teyrokan, sindoqa bîmeya heye û ew zeviyên ku bîmeyê negirtibe, ji budceya Rêxistina Birêvebirin û Kontrolkirina Qeyranan tên qerebkirin, lê gelek caran cotkarên Rojhilatê Kurdistanê nayên qerebûkirin.