befirê bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê spî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Pêla yekê ya befirê ya Payîza îsal çiya û bilindahiyên derdora bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê spî kirin. Dîmenên wê bala şêniyên wî bajarî kişandiye, ew wê wekî roja yekê ya demsala Zivistana îsal dibînin.

Ev du roj in ku baranên dijwar li navenda Wanê dibarin, lê ji ber daketina pileyên germê li deverên bilind befir bariye, lê asta befirê cuda ye û li bendera Karabetê li beranberî deverên din zêdetir e û gihîştiye 25 santîmetran.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan, ji ber barîna befirê arêşeyên hatin û çûnê li ser rêya di navbera Wan û Baxçesarayê de çê bûne, lê tîmên şaredariyê ji bo çareserkirina arêşeyan û vekirina rêyê dest bi rakirina befirê kiriye.

Herwesa şofêr jî ji ber befir û mija zêde bi zehmet tên û diçin û hin ji wan neçar mane ku demkî li kêleka rêyê rawestin.

Yek ji şofêran bi navê Zekî Îltemîş kêfxweşiya xwe bi befira yekê ya vê demsalê diyar kir û got ku, ew bi hêsanî ji Baxçesarayê gihîştiye Karabetê. Herwesa got: “Tîm bi awayekê cidî dixebitin. Ev destpêka demsala Zivistanê ye û dê demsaleka dijwar be.”

Fly Erbil Advertisment