Wezareta Navxwe: Reform dê li Birêvebiriya Polîsên Kurdistanê bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, komîteyek ji bo reformkirin û nirxandina erk, peyker, awayê serederîkirinê, perwerdekirin, pêşxistina şiyanên laşî û hizirî yên Polîsên Kurdistanê erkdar kiriye. Amaje jî da ku, divê ew reform li gorî pêdivîtiyên serdem û nêrîn û hêviyên welatiyên Kurdistanê be.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek weşand û tê de amaje da ku, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed îro (Çarşem, 22ê Cotmeha 2025ê) pêşwaziya yek ji wan komîteyan kir, ên ku ji bo nirxandina erk, peyker, awayê serederîkirinê, perwerdekirin, pêşxistina şiyanên laşî û hizirî yên Polîsên Kurdistanê hatine erkdarkirin.
Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku, Wezîrê Navxwe di destpêka wê civînê de kurtiyek li ser nerîna kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji bo awayê serederîkirina hikûmetê bi dezgeh û fermanberên wê ve bi welatiyan re berçav kir, ku ew jî bicihanîna rêbaza navendîkirina welatiyan di xizmetkariyan de ye.”
Wezareta Navxwe herwesa got: “Wezîrê Navxwe di wê civînê de li ser pêdivîtiya nirxandina cidî ya sektora polîsan bi hemî erk, sektor û bernameyên wê ve kir, bi rengekî ku li gorî pêdivîtiyên serdem û nêrîn û hêviyên welatiyên Kurdistanê be.”
Wezareta Navxwe amaje jî da: “Akademiya Serkirdetî û Birêvebirinê ya Dîwana Wezareta Navxwe û birêvebiriya Giştî ya Polîsan, ligel komîteyeka din a bilind ku ji bo erkê amadekirin û nivîsîna rêbera karê polîsan li Kurdistanê hatiye avakirin, ji bo vê armancê hatine erkdarkirin.”
Eşkere jî kir: “Wezîrê Navxwe ew komîte erkdar kir ku, bi rêya civîn û komxebatan raman û hûrguliyên wê projeyê li ser asta Kurdistanê bi karmend û efseran re parve bike û nêrînên wan ji bo dewlemendkirina wê û wergirtina feydeyî ji ezmûna welatên pêşketî bi guncandina wê ligel xweza û jîngeha civaka Kurdistanê û piştevaniya ajans û dezgehên navneteweyî bên wergirtin.”.
Di wê ragehandinê de hatiye gotin: “Wezîrê Navxwe tekez li ser pêdivîtiya amadekarî û perwerdehiyên laşî û hizirî yên berdewam ji bo karmend û efseran kir, Akademiya Serkirdetî û Birêvebirinê, birêvebiriyên perwerde û şiyandinê, Birêvebirî û pişkên wê araste kirin û herwesa Birêvebiriya Mînevî û Birêvebiriya Polîsên Civakî erkdar kirin ku kors û perwerdehiyên berdewam rêk bixin.”
Amaje jî da: “Nirxandina peykerê giştî yê polîsan, erk, bingehên polîsan wekî yekîneya bingehîn a karê polîsan, wergirtina feydeyî ji teknolojiya modern ji bo hêsankirina erkan, perwerdekirina serkirdeyan, parvekirin, şorkirina erkan û gelek mijarên din bi hûrî hatin nîqaşkirin.”