9 sal li ser komkûjiya Kobanê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva 25ê Hezîrana 2015an çekdarên DAIŞê derbasî gundê Berx Batan û navenda bajarê Kobanî bûn û komkujiyeke hovane pêk anîn ku di encamê de bi dehan jin, zarok û kal hatin kuştin. Ev êrîş piştî çend mehan ji rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê hat ku bi piştevaniyahHêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî hatibû rizgarkirin.
Piştî rizgarkirina bajarê Kobanî ji aliyên hêzên Pêşmerge û YPGê û bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, çekdarên DAIŞê di şeva 25 Hezîrana 2015an de ku 9 Remezanê bû, êrîşî bajarê Kobanê û gundê Berx Batan yê başûrê bajêr kirin û zêdeyî 250 kes kuştin û zêdeyî 270 kesên din jî birîndar kirin ku di nava wan de jin, zarok û kesên bi temen hebûn.
Heta niha nayê zanîn ka çekdarên DAIŞê çawa derbasî navçeyê bûn û bi awayekî hov di wê şevê de xelk kuştin, di demekê de ku bajar ji aliyê YPGê ve hatibû kontrolkirin.
Xelkê Kobanê ku wê şevê bi “şeva xedirê” binav dikin, daxwaz dikin hûrgiliyên wê êrîşê û aliyên ku derbaskirina wan çekdaran bo nava bajêr hesan kirine, eşkere bibin.
YPG dibêje, wê şevê derdora 100 çekdarên DAIŞê bi piştevaniya Tirkiyeyê karîn derbasî gundê Berx Batan û navenda bajarê Kobanê bibin. Herwiha dibêje, ew gava Tirkiyeyê weke karvedaneke bû li ser şikandina DAIŞê li Kobanî di 26 Beçileyan 2015an de.