Hikûmeta Îraqê hewandina serkirdeyên Hemasê red dike

Logoya Hikûmeta Îraqê
Logoya Hikûmeta Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Îraqê red dike ku çi daxwazek ji Bizava Hemasê gehiştibe wê, ku serkirdeyên wê bizavê ji Qeterê bo Îraqê bên veguhastin û li Bexdayê bên bicîkirin.

Şêwirmendê Siyasî yê Serokwezîrê Îraqê Fadî Şemerî îro (Çarşem, 26.06.2024) ragehand, “Çi biryarek ji bo vekirina bingeha fermî ya Bizava Hemasê wekî ku bangeşe jê re hatiye kirin nîne, çi daxwazî jî ji bo vekirina nivîsîngeha fermî ya wê bizavê li Îraqê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê nehatine kirin.”

Herwesa rojnameya Şerqulewsetê jî ji zarê çavkaniyeke din a nêzî Hikûmeta Îraqê parve kiriye ku, veguhastina her du serkirdeyên Bizava Hemasê Xalid Meşel û Îsmaîl Heniye ji bo Bexdayê dûrî rastiyê ye.

Pêştir rojnameya The Nationalê di raportekê de ji zarê endamekî Civata Nûnerên Îraqê parve kiribû ku, di meha borî de serkirdeyên Îraqê razîbûna xwe li ser veguhastina serkirdeyên Bizava Hemasê ji bo Bexdayê diyar kiriye.

Her wê rojnameyê nivîsiye, di meha borî de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Îsmaîl Heniye di peywendiyeke tilefona de bi hûrî danûstandin li ser pêngavan kirine, lê di nav siyasetvanên Îraqê de yekdengî li ser veguhastina serkirdeyên Hemasê ji bo Bexdayê nîne.

Her li dû zanyarên rojnameya The Nationalê, Bizava Hemasê di vê mehê de nivîsîngeha xwe li Bexdayê vekiriye ku Mihemed Hafî serokatiya wê dike, herwesa biryar e di demeke nêz de nivîsîngeheke ragehandinê jî her li Bexdayê vebike.