Li Diyarbekirê bahayê çûnûhatina xelkê bi rêjeya ji sedî 50 zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser daxwaza odeya Ajokar û Xwediyên Bus û Otobusan, Encûmana Şarederiya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bahayê çûnûhatina xelkê bi rêjeya % 50 zêde kir.
Li gorî vê bihayê, mînîbusa ji bo xwendekaran ji 8 lîreyan bû 12 lîre, ji bo welatîyan jî ji 14 lîreyan bû 20 lîre.
Bahayê otobusên Şaredariya Bajarê Mezin û otobusên giştî yên taybet jî ji bo xwendekaran ji 6 lîreyan bû 8 lîre, ji bo welatîyan jî ji 10 lîreyan bû 15 lîre.
Hat aşkerekirin ku bahayên nû dê ji roja 28ê Hezîranê û pê de, bikeve warê cibicîkirinê.