Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê danana Ursula von der Leyen li ser postê wê dipejirînin

Ursula von der Leyen
Ursula von der Leyen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji bo dubare danana Seroka Komisyona Ewropayê li ser postê wê lihev dikin; dubare danana wê li ser postê wê bi hilbijartinên Fransayê re hevdem e û hin alî wesa difikirin ku dê encamên balkêş hebin.

Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê îro (În, 28.06.2024) ji bo dubare danana Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen li ser postê wê ji bo pênc salên bên lihev kir.

Çavkaniyên medyayî amaje daye ku dubare danana Ursula von der Leyen di çarçoveya parvekirina postên serekî yên Yekîtiya Ewropayê de ye.

Çavkaniyan herwesa eşkere kiriye, tevî ku Ursula von der Leyen yekdengiya serkirdeyên siyasî yên Ewropayê bi dest xistiye jî, lê hêşta pêdivîtiya wê bi bawerî û pejirandina Perlemana Yekîtiya Ewropayê heye.

Serkirdeyên siyasî yên Yekîtiya Ewropayê duhî (Pêncşem, 27.06.2024) li Brûkselê civiyan ji bo ku li ser parvekirina postên wê yekîtiyê lihev bikin, xasma yekalîkirina postan berî hilbijartinên Fransayê ku biryar e li roja Yekşemiya bê, 30.06.2024, bên kirin û pêşbînî tê kirin ku encamên balkêş hebin.

Fly Erbil Advertisment