Çavdêrên siyasî: Li Tirkiyeyê şertûmercên hilbijartineke pêşwext nîne

Stenbol (K24) – Zanyên siyasetê yên Tirkiyeyê banga Serokê CHPyê Ozgur Ozel bo hilbijartina pêşwext dinirxînin û hin ji wan di wê baweriyê de Ozgur Ozel naxwaze niha hilbijartineka pêşwext çêbe û dixwaze heta salek û nîv partiya xwe bo hilbijartinan amade bike û şikestina hikûmeta Tirkiyeyê di rûbirûbûna qeyrana aborî de nîşanî xelkî bide. Hin zanyarên siyasetê jî tekez dikin ku, niha li Tirkiyeyê şertûmercên hilbijartineka pêşwext niye û ev pirs dema ku qeyrana aborî dijwartir bû dê bibe rojeva civaka Tirkiyeyê.

Di demekê de ku behsa nêzikbûna AK-Partiyê û CHPyê dihat kirin û hêviyên bo siyaseta nerm zêde dibûn, Serokê CHPyê Ozgur Ozelî ji nişkave bo hilbijartineka pêşwext dîrokek eşkere kir û got, dê heta salek û nîv ew dê biçin hilbijartineka nû. Li gor zanyarên siyasetê Ozgur Ozelî aramnc dike, heta salek û nîv xizmetgûzariyên şaredariyên xwe û şikestina bernameya aboriyê ya hikûmetê bo rûbirbûna helawsanê bi hev re nîşanî xelkî bide.

Zanyarê siyasetê Abdullah Esîn ji K24ê re got: “Ozgur Ozel dixwaze dawiya pêvajoya kêmkirina helawsanê bibîne. Lewra dê hikûmet nekare rêjeya helawsanê kêm bike û pirsgirêkên aboriyê çareser bike. Ozgur Ozel jî dê vê encamê bi xelkî bide têgihandin û paşê daxwaza deshilatê ji xelkî bike. Di heman demê de jî dê partiya xwe ji hilbijartinan re amade bike. Herkes dizane ku dê Ekrem Îmamoglu bibe berbijêrê CHPyê bo postê Serokoamariyê. Ozgur Ozel dê hem partiya xwe hem jî Îmamoglu bo hilbijartinan amade bike û bi mitîngên girseyî fişarê bêxe ser deshilatê.”

CHP di hilbijartina borî de serkeftineka dîrokî tomar kiribû û piştî 50 salan bûbû partiya yekemîn. Ji alîkî ve ev serkeftin, ji alîkî din ve jî nebûna pareyê û pirsgirêkên aboriyê ku destê hikûmetê tengav kirine dikare CHPyê han bide bo deshilatê lê bo hilbijartineka pêşwext hê zû ye.

Şîrovekarê siyasî Mehmet Gûl dibêje: “CHP ji sala 1977ê ve nedibû partiya yekemîn, lê di hilbijartina borî de bû serkêşê hilbijartinê. Lewma asayî ye ku CHP bixwaze sûd ji nemetên deshilatê bigre û behsa hilbijartineka pêşwext bike. Lê îro şertûmercên hilbijartineka pêşxwet çênebûne. Heke qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê dijwartir bibe û Tirkiye nekare pare ji welateên derve peyda bike, hingê ev pirs dikare were rojevê lê niha pêwîstî bi hilbijartinekê nake.”

Li Tirkiyeyê tenê du alî Serokomar û Parlamento dikarin biryara hilbijartina pêşwext bidin. Lê li parlamentoyê kursiyên opozîsyonê têra biryara hilbijartineka pêşwext nakin. Lewma heta ku AK-Partî neyê razîkirin, ji aliyê yasayî ve riya hilbijartina pêşwext girtî ye. Ji xwe AK-Partî jî dê hez neke di nava ev qas pirsgirêkên aboriyê de biçe hilbijartinê.

Fly Erbil Advertisment