Yasîn Ezîz: Şewitandina sûkên Herêma Kurdistanê berdewamiya pilangêriyên siyasî û ewlehî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Destdirêjîkirina li ser qûtê xelkî û welatiyên asayî yên Herêma Kurdistanê û şewitandina sûkan qonaxeke nû ya pilangêriyan li dijî Herêma Kurdistanê ye, ji bo nehêlana baweriyê di navbera welatiyan û hikûmetê de.”
Şirovekerê Siyasî Yasîn Ezîz îro (Duşem, 01.07.2024) taybet ji K24ê re got, “Ev demeke dirêj e ku pilangêrî li dijî Herêma Kurdistanê berdewam in û qonax li dû qonaxê jî awayên cuda werdigirin.”
Yasîn Ezîz amaje jî da, “Şewitandina sûkên Herêma Kurdistanê berdewamiya pilangêriyên siyasî û ewlehî ye lê ji aliyê aborî ve.”
Navbirî eşkere jî kir, “Ev qonax û awayê wê ji qonax û awayên din ên pilangêriyan metirsîdartir in û armancên wê jî metirsîdartir in.” Ron jî kir, “Metirsiya vê qonaxê û awayê wê di wê yekê de ye ku destdirêjî li ser qûtê xelkî û welatiyên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”
Wî şirovekerê siyasî herwesa got, “Armanca wan kes û komên ku li pişt şewitandina sûkên Herêma Kurdistanê ne nehêlana baweriya welatiyan bi hikûmet û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye, lê desteserkirina tometbaran hemî goman verevandin û diyar bû ka ew deste û kom û alî kî ne yên ku li ser wê pilangêriyê kar dikin.”
Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Miqdad Mîrî îro (Duşem, 01.07.2024) li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Toreke ser bi PKKê ve li pişt şewitandina Sûka Qeyseriyê ya Hewlêrê, Sûka Çelê ya Dihokê û şewatên din ên Herêma Kurdistanê ye.”
Miqdad Mîrî da zanîn jî ku, 2 tawanbarên ji wê toreyê girêdayî yekîneyên 70ê yên Pêşmerge û dijeterorê yên Silêmaniyê ne.
Bi gotina Miqdad Mîrî, yek ji armancên wan tometbaran ji şewitandina bazarên Kerkûk, Hewlêr, Dihok û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê lawazkirina aboriya van parêzgehan bû, ji ber ku şewatan bi bihayê bi dehan milyar dolaran zirarên aborî kirine.
Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê herwesa got: “Tawanbar li tawanên xwe mikur hatine. Herwiha wan pilan dikir ku êrîşî çend cihên din li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê jî bikin, lê bi hemahengiya hêzên ewlehiyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê pilanên wan hatin pûçkirin.”