Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro piştî nîvro li Bexdayê pêşwazî Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê eşkere kir û amaje bi wê kir, piştî ku hate hestkirin ku niyazpakî heye bo çareserkirina kêşeyan û pabendbûn bi destûrê û dirustbûna atmosfereke erênî li Bexdayê û herwiha ji bo gotûbêjkirina mijarên niştimanî, serdana Bexdayê kiriye.

Derbarê mayîna hêzên hevpeymanan jî Serok Barzanî ragihand, ev pirseke niştimanî ye û ne girêdayî ti aliyek ye û divê aramî û berjewendiyên Iraqê li ber çavan bên girtin.

Her di vê hevdîtinê de, Balyoza Amerîka li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî û baştirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nîşan da û tekezî li ser handana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê kir, ji bo peywendiyên xwe pêşde bibin û diyaloga xwe berdewam û xurt bikin.

Di derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî, Balyoza Amerîkayê pêşwazî li dema lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.

Fly Erbil Advertisment