Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Tîrmehê piştî nîvro li Bexdayê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî amajekirina bi kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal de di salên derbasbûyî de kir û behsa sedemên serdana xwe ya bo Bexdayê û hevdîtinên bi aliyên siyasî re kir.

Di beşeke din e hevdîtinê de, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê piştevaniya welatê xwe ji bo serdana Serok Barzanî bo Bexdayê û başkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal nîşan da û amaje bi wê kir, Birîtanya di hemû rewşan de bi giringî li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre, bi taybetî di warê aborî, gefên terorê û diyardeya koçberiyê de.

Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, babeta mana hêzên hevpeymanan û pêwendiyên dualî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Fly Erbil Advertisment