Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tîrmeha 2024an li Bexdayê pêşwazî li Parêzgarê Besrayê Seid Îdanî kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û bar û guzariyaniya parêzgehên başûrê Iraqê û encamên serdana Serok Barzanî bo Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di vê hevdîtinê de, tekezî li ser hevahengî û karê hevbeş di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê, Besra û parêzgehên din ên Iraqê di warê proje û xizmetguzariyên giştî de, hate kirin.

Fly Erbil Advertisment