Rewac Hacî: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hejmarek proje alîkarî û xizmetan pêşkêşî Efrînê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Îdarî û Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ya Dezegha Xêrxwaziya Barzanî Rewaj Hacî radigihîne, “Piştî çûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê, gelek malbat vegeriyane ser cih û warên xwe.”

Salek bi ser vekirina Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê re derbas bû. Navendê di heyama salekê de, gelek destpêşxerî û çalakiyên mirovî, kursên curbicur ên xwendinê û alîkariya xelkê bajar û derdora kirine û bi berdewamî alîkariyan pêşkêşî xelkê dike.

Li ser kar û çalakiyên Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê, Rewaj Hacî ji K24ê re got, navendê di heyama salekê de gelek çalakî kirine û xizmetên baş di warên rewşenbîr û kulturî pêşkêş kirine û gelek alîkarî pêşkêşî xwendekar û mamosteyan û gelek çînên din ên cikakê kirine.

Rewac Hajî diyar kir jî, di heyama vê salê de, navendê kursên zimanê Kurdî vekirin ku yek ji daxwazên xelkê herêmê bû. Di warê parastina kulturê resen ên herêmê jî, gelek alîkarî ji komên folklorî yên navçeyên Efrînê re hatine kirin. Herwiha gelek çalakiyên din ji bo bilindkirina astên behremendiyên zarokan jî hatine kirin. ligel vekirina xulên pîşeyî ji xortan re, ta ku bikarin li herêma xwe bimînin û koç nekin.

Amaje bi wê jî kir, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan pêşkêşî xelkê ku ji derveyî herêmê vedigirin ser cih û malên xwe dikin jî dike, ji bo ku bikarin karekî bikin û debara jiyana xwe bikin.

Rewac Hajî da zanîn, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê bi rêya sê projeyan: Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê, nexweşxaneya gerok û projeya alîkariya ku xelkê ku vedigere ser cih û warê xwe li Efrînê, alîkariya xelkê dike.

Da zanîn jî, piştî derbasbûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Efrînê, tenê di sala 2023an de, zêdetir ji 300 malbatên Efrînî vegeriyan ser cih û warên xwe û vegera xelkê jî berdewam e. Xelkê Efrînê girêdayî ax, cih û darên xwe yên zeytûnê ne.

Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ya Dezegha Xêrxwaziya Barzanî destnîşan kir, “ji ber dûriya Efrînê û aloziya rewşa herêmê, dibe ku di heyama salekê de me nekarîbe xwe bigihînin hemû xelkê, lê heta ji me bê, em ê li Efrînê berdewam bin û alîkarî û xizmetan pêşkêş bikin.”

Rewac Hacî diyar kir jî, di çarçoveya Projeya Azîzan de, wan navên 105 zarokên sêwî yên Efrînê tomar kirine û alîkariyên mirovî û nextî pêşkêşî wan dikin. Herwiha got: “Dema em plana salê ya Dezgehê datînin, Efrîn jî cihê xwe di her projeyekê de digire û behra wê ji her tiştî û warekî heye.”

Amaje bi wê jî kir, di heyama bê de, dê projeyên dezgehê yên di warê rewşenbîrî û kulturî de li Efrînê zêdetir giringî pê werin dayîn û dê piştevaniyên mezintir ji sazî û rêxistinên rewşenbîrî re werin kirin. Herwiha dê pişteviya xwendekaran jî bikin.