Însiyatîfa Yekîtiya Demokratî: Biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistana Federal nayên qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li dijî biryarên dawî yên Hikûmeta Bexdayê yên derbarê Kurdistana Federal de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de biryarên li ser deriyên sînorî û dahata petrolê wekî "neyasayî" hatin şermezarkirin û banga avakirina hikûmeteke hevpar li Başûrê Kurdistanê û çareseriya bi rêya diyalogê hat kirin.

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk îro 25ê Mijdara 2026an di daxuyaniya xwe de ragihand, gelê Başûrê Kurdistanê di nava dehan salan de bi berdêlên giran mafê xwe yê otonomiyê bi dest xistiye û ne tenê li dijî rejîma Baasê li ber xwe daye, belkî di avakirina Iraqa nû de jî xwedî roleke mezin e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her çiqas Makezagona Iraqê ya sala 2005an otonomiya Kurd bi awayekî zelal qebûl dike jî, di ser pejirandina wê re 21 sal derbas bûne lê hêj madeyên wekî Madeya 140î nehatine cîbicîkirin û metirsiya li ser Kurdistana Federal bidawî nebûye.

Daxuyaniya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk wiha ye:

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê di nava dehan salan de bi berdêlên giran mafê xwe yê otonomiye bi dest xist. Gelê Kurd tenê li dijî rejima zordar a Baasê li ber xwe neda, herwiha di avakirina Iraqa nû de jî xwediyê roleke mezin e. Ji ber vê ye ku makezagona Iraqê jî ku di sala 2005an de hat pejirandin, otonomiya Kurd bi awayekî zelal qebûl dike. Lê tevî madeyên zelal ên makezegonê, talûkeya li ser Kurdistana Federal tu car bi dawî nebûye. Lewra di ser pejirandina makezagonê re 21 sal derbas bûn lê hê jî hin madeyên wekî 140 nehatine cibîcîkirin. 

Bi taybetî, di nava van salên dawî de li dijî otonomiya Kurd gelek caran polîtîkayên herêmî û navneteweyî tên meşandin. Ji destpêka şerê di navbera Amerîka / Îsrail – Îranê de heta îro, bi sedan caran Başûrê Kurdistanê hedef hat girtin, bi hin peymanên ku di van salên dawî de hatin îmzekirin, hat armançkirin ku Başûrê Kurdistanê were bypasskirin. Biryarên dawîn yên Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî jî yek ji van xelekên lawazkirina otonomiya Kurdistana Federal e. Lewra Hikumeta Bexdayê armanç dike ku bi awayekî deryasayî mafên otonomiya Başûrê Kurdistanê ya li ser deriyên sînor û dahata petrolê ji holê rake.

Tê çavêrekirin ku li Bexdayê li dijî otonomiya Kurd komployeke kûr hatiye amadekirin. Ji ber vê komployê bêyî agahdarkirina serok û nûnerên Kurdistana Federal biryar hatin girtin, ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya dîyalogê nehat bikaranîn û bi awayekî weşartî biryarên deryasayî hatin girtin. Bêguman di komploya ku li dijî kurdan tê birêvebirin de gelek şîrikên herêmî û navneteveyî jî cih digirin. Di vê rewşê de em bang li hemû gelê Kurd û Kurdistanê dikin ku Kurdistana Federal ji bîr nekin û her tim bala xwe bidin gelê me yê Başûrê Kurdistanê. 

Gelê Kurd li ku derê dibe bila bibe, li dijî êrîşên dijminane dê her tim piştavaniya xwişk û birayên xwe bike û bi awayekî yekhelwestî tevbigere. Lewra binpêkirina mafê gelê Kurd û têkbirina destkeftiyan ji bo her Kurdekî welatparêz xeta sor e. Divê demildest Hikumeta Bexdayê dev ji biryarên deryasayî berde û rêz ji maf û destkeftiyên ku di makezagonê de hatine parastin re bigire.

Herwiha li dijî êrişên li ser otonomiya Kurd, sekneke yekrêzî û yekhelwestî li ser hemû rêxistinên civakî ên sivîl û partiyên sîyasî yên Kurd ferz dike. Lewra di dîroka Kurdistanê de her tim hatiyê tecrûbekirin ku neyarên gelê Kurd xwestin ku ji bêtifaqiya gelê Kurd sûd werbigirin da ku tu car mafên xwe yên rewa bi dest nexin. Ji ber vê, ji bo parastina maf û destkeftiyan divê demildest li Başûrê Kurdistanê di çarçoveyeke yekîtiya demokratîk de Hikumeteke hevpar û stratejîk were avakirin.

Em biryarên ku ji aliyê Hikumeta Bexdayê hatine girtin bi awayekî dilgiranî dişopînin û şermezar dikin. Banga me li Bexdayê ye ku pirsgirêkên aborî û sîyasî bi rêya dîyalog û muzakereyê bi rêvebiriya Kurdistanê re niqaş bike. Lewra nasnekirina mafên makezagonî yên Kurdistana federal, di heman demê de lawazkirina demokrasî û aramiya tevahiya Iraqê ye.