Girtina deriyên sînor ên Tirkiyeyê welatiyên bakurê Sûriyeyê perîşan kirine
Idlib (K24) – Koçberên kampên li bakurê rojavayê Sûriyeyê dilgiraniya xwe derbarê girtina deriyên sînor ji aliyê Tirkiyeyê ve nîşan didin û dibêjin, ew di rewşeke mirovî ya xirap de ne û girtina deriyên sînor ku damara jiyana xelkê navçeyê ye, jiyana wan aloztir kiriye û êdî nikarin debara jiyana xwe bikin.
Li kampên bakûrê rojavayê Sûriyeyê, dilgiranî ji girtina dergehên sînor yên ji aliyê Tirkiyeyê ve heye, bi taybetî ku ew dergeh rêya tekane ne ji bo derbaskirina alîkariya mirovî bo navçeyê.
Mihemed Xalid ê koçber bi berdewamî nûçeyan dişopîne, ew bi hêviya ku nûçeyeke xweş derbarê vekirina dergehên sînor bixwîne. Mihemed wek piraniya neşticiyên kampên wê navçeyê, li ser alîkariya mirovî ya navdewletî dijî û bi girtina dergehên sînor re, ew ji alîkariyan bêpar maye.
Mihemed Xalid ji K24ê re got: “Em neşticiyên kampên bakurê Sûriyê bi tirs girtina dergehên sînor dişopînin, bi rêya wan dergehan alîkariyên mirovî derbas dibin, girtina wan tê wateya em ji alîkariyan bêpar bimînin, em dilgiran in ku heman çarenivîsa xelkê Xezzayê bibînin.”
Ji sedî 85 ji kelûpelên navçeyê, ji Tirkiyeyê tên û girtina dergehên sînor, nirxê kereste û kelûpelan li bazarên cuda yên navçeya bakurê Sûriyeyê bilind kiriye. Hin welatî dibêjin armanca girtina dergehan, rawestandina xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê ye.
Welatî Yasir Hemewî dibêje: “Ji yekem roja girtina dergehên sînor, nirxê kelûpelan bilind bû, eger girtina wan dergehan bi tenê yek mehê berdewam bike, dê kirîzeke mezin li navçeyê rû bide, her dem sivîl dibin qurbaniyên siyasetê.”
Welatî Faris Zênedîn diyar dike: “Dergehan digirin da ku fişarê li xelkê bikin û xwepêşandanan rawestînin, em zanin ku sûda Tirkiyeyê ji wan dergehan gelek e û di dawiyê de, Tirkiye dê hemû dergehan veke.”
Di yekê Tîrmehê de û di encama êrişa xwepêşanderan li ser dergehên sînor û navendên Tirkiyeyê yên li hundirê Sûriyeyê, Tirkiyeyê hemû dergehên bi Sûriyê re heya demeke nediyar girtine.