Erdogan: Putin û Sûdanî navbeynkariyê ji bo Dêmeşq û Enqereyê dikin

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê radigehîne, “Tirkiye ji bo asayîkirina peywendiyan li benda helwesta Sûriyeyê ye û nameyeke vexwandinê arasteyî Beşar Esed dikin, ji bo ku serdana Enqereyê bike û bi awayekî fermî dest bi qonaxa asayîkirina peywendiyan bê kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku tevlî yariya navbera Tirkiye û Holandayê bû, di vegeriyana xwe de bersiva pirsyarên rojnamevanan da û got, “Em dixwazin peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê wekî pêştir bikin, ji bo vê jî em li benda pêngava Beşar Esed in.”

Erdogan amaje jî da, “Zêdetirî sê milyon kesan ji xelkê Sûriyeyê wekî penaber li Tirkiyeyê dijîn. Em niha gehiştine wê encamê ku eger Beşar Esed pêngaveke erênî ji bo asayîkirina peywendiyan biavêje, em dê bi eynî awayî bersiva wî bidin.”

Navbirî ron jî kir, “Em bi Sûriyeyê re ne dijmin in, demekê me civînên malbatî bi Beşar Esed re hebûn. Herwesa em dê nameya vexwandinê pêşkêşî Beşar Esed bikin. Tevî vê nameya vexwandinê, em dixwazin peywendiyên me wekî berê vebigerin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser wê nameya vexwandinê helwestên erênî hene.”

Ev çend car in ku Erdogan behsa asayîkirina peywendiyan dike lê girêya hişk hebûna artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê ye. Esed wekî şertê pêşîn daxwazê dike ku artêşa Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derbikeve, lê Tirkiye red dike û dibêje ku hebûna artêşa wê li Sûriyeyê ji bo rêgirtina li çêbûna welatekî li ser destê HSDê ye, ku wê wekî terorsit pênase dike.

Fly Erbil Advertisment