Dronekê otomobîleke PKKê li Şingalê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li qezayê Şingalê otomobîleke çekdarên PKKê ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, droneke Tirkiyeyê otomobîleke çekdarên PKKê li ser rêya Tilqeseb û Şingalê de bombebaran kir.
Li gorî Dijetrora Kurdistanê, di otomobîlê de 3 kes hebûn ku 2 ji wan bi giranî birîndar bûne.
Ji ber hebûna çekdarên PKKê li Şingalê, Tirkiye dem bi dem sînorê wê qezayê bombebaran dike û gelek caran jî xelkê sivîl dibin qurbanê êrîşên Tirkiyeyê û Şingalî jî ji hebûna çekdarên PKKê ya li devera xwe ne razî ne.