Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd pêşhatan gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin.

Baregehe Barzanî belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Tîrmehê pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd kir.

Diyar kir jî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Fly Erbil Advertisment