Xalid Doskî: PKKê zirar gehandiye samanê mirovî û xwezayî yê Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekerekî siyasî amajeyê dide, “Medyaya PKKê bi awayekî kar dike û tê arastekirin, ku bi eşkereyî dijatîkirina Herêma Kurdistanê û ax û hikûmeta wê pêve diyar e.”
Şirovekerê Siyasî Xalid Doskî îro (În, 12.07.2024) ji K24ê re got, “Hebûna PKKê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê zirareke zêde gehandiye jîngeh û samanê mirovî û xwezayî yê Herêma Kurdistanê.”
Xalid Doskî amaje jî da, “PKKê ji ber wan çalakî û kiryarên xwe yên ku li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê dike xwe zirar gehandiye doza Kurdan li Tirkiyeyê jî.”
Navbirî eşkere jî kir, “Medyaya PKKê bi awayekî kar dike û tê arastekirin, ku bi eşkereyî dijatîkirina Herêma Kurdistanê û ax û hikûmeta wê pêve diyar e.”
Wî Şirovekerê Siyasî tekez jî kir, “Hebûna PKKê li sinorên Herêma Kurdistanê bûye alav û keristeyek ji bo hin welatên herêmî ku bi wê rêyê givaştinan bixin ser Herêma Kurdistanê.”
Piştî şer û rûbirûbûnên vê dawiyê, Civata Wezarî ya Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê civîneke taybet li ser vê pirsê kir û daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku, bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire û bi rêya peywendiyên xwe yên diplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re hevahengiyê bike.
Şer û hevrikiyên PKK û Tirkiyeyê bûne sedema şehîdbûna bi sedan welatiyên Herêma Kurdistanê û berdana zêdetirî hezar gundan li deverên sinorî yên hevpar.