Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî merasîma derçûna xula yekem a perwerdeya ciwanan tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, merasîma derçûna zêdetir ji 4 hezar ciwanan ji qonaxa yekem a rahênana ciwanên li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna konsulên welatan û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê û bi sponseriya medyayî ya K24ê, merasîma derçûna ya 4200 ciwanan ji xula yekema rahênana ciwanan tê lidarxistin.
Xule ji aliyê Ofîsa Destpêşxerî û Pêwendiyan a Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve tê lidarxistin. Di şeş mehên borî de 4200 ciwanên Herêma Kurdistanê û derveyî welat hatine perwerdekirin. Armanca kursê jî, perwerdekirina ciwanan û xurtkirina hesta wan a neteweyî ye.
Di merasîmê de, yadaştek di navbera Ofîsa Destpêşxerî û Pêwendiyan û Qatar Foundation de, ji bo pêşxistina şiyanên ciwanên Herêma Kurdistanê û piştgiriya xwendekarên zanîngehan û çend projeyên din ên hevbeş, dê were îmzekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî par ji bo niştimansazî û pêşxistina hesta neteweyî, bîrokeya perwerdekirina ciwanên navxweyî û li diasporayê dabû Ofîsa Destpêşxerî û Pêwendiyan.
Qatar Foundation çavdêriya hemû projeyên perwerde, tenduristî, zanîngeh, dibistan û jêhatîbûna ciwanan li Qeterê dike.
Ev yekem car e ku Qatar Foundation tê Herêma Kurdistanê û li gel Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê projeyeke hevbeş cîbicî dike.