Berdevkê Hikûmetê: Bi plan hewl tên dayîn ku ciwanên Kurdistanê bêhêvî bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kirdarî piştgirî daye ciwanan. Tekir kir jî: “Bi plan hewl tên dayîn ku ciwanên Kurdistanê bêhêvî bibin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, drbarê derçûna 4200 ciwanan ji xula yekem a rahênankirina ciwanan li Herêma Kurdistanê û derveyî welat ku bi serperiştiya ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî tê birêvebirin, ji Kurdistan24ê re axivî.
Li gor Hawramanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kirdar bi ciwanan re ye û piştevaniya kar û projeyên wan dike. Herwiha got: “Ciwan beşeke giring a ji bernameya Kabîneya Nehem ye, ji bo avakirina paşeroja Herêma Kurdistanê.”
Weke ku Berdevkê Hikûmetê gotiye, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pêwîst dibîne ku di paşeroja Herêma Kurdistanê de rol bide ciwanan û pêgeha wan di pêşeroja Herêma Kurdistanê de hebe. Herwiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê civakeke ciwan e, lewma bernameya Serokwezîr ew e ku ciwan xwe li vî welatî bibînin û bibin beşek ji avakirina paşeroja Herêma Kurdistanê.”
Diyar kir jî: “Hewldaneke siyasî ya navxweyî û derveyî heye û gelek pere ji bo çend dezgehên ragihandinê tên xerckirin ku bi rêya medyayê ciwanên Herêma Kurdistanê bêhêvî bikin û hêviya wan bi vî welatî winda bikin. Dixwazin bi bêhêvîkirina ciwanan, civaka Kurd tine bikin, lê em ê pêşiya van hewldanan bigirin.”
Berdevkê Hikûmetê aşkere kir: “Kabîneya Nehan bi rêya çend projeyan, zêdetir ji 100 hezar derfetên kar ji bo ciwanan vekiriye û plan dike ku di paşerojê de karên zêdetir peyda bike.”
Hewramanî got: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê baweriyê de ye ku divê çavên ciwanan li şiyanên xwe bin, divê em jîngehekê ava bikin ku ewqas derfetên kar hebin ku ciwan hizir bikin ku di sektora taybet de çalak bin.”
Ev daxuyaniya Berdevkê Hikûmetê di demekê de ye, îro bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna konsulên welatan û berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Qeterê û bi sponseriya medyayî ya K24ê, merasîma derçûna ya 4200 ciwanan ji xula yekema rahênana ciwanan hat lidarxistin.