Turkan Elçî: Êrîşa li cafeyên Sûrê li dijî jiyana sekuler e

Diyarbekir (K24) – Parlementera CHPê ya Stenbolê û Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî derbarê êrîşa li Sûrê ser cafeyan pêk hatî de amaje kir ku êrîş hember jyana sekuler hatiye kirin. Elçî da zanîn beriya êrîşê jinên etekê wan kin ketine cafeyê û êrîş hatiye kirin ku derbarê buyerê de 3 kes hatine binçavkirin.
Turkan Elçî ya Parlementera CHPê ya Stenbolê ye û hevjîna Serokê Berê yê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî ye derbarê êrîşa li surê pêk hatî de ji hesabê xwe yê Xê daxuyanî da. Ji ber ku yek ji cafeyên rastî êrîşê hatî ya Turkan Elçî ye derbarê êrîşê de hêzên ewlekariyê agahî dane Turkan Elçî û dane zanîn ku 3 kes hatine binçavkirin.
Turkan Elçî di daxuyaniya xwe de dibêje beriya êrîşê ji ber ku jinên etekê wan kin hatibun cafeyê ji aliyê hin kesan xwe gef li xebatkaran hatibû xwarin, Elçî anî zimên ku ew wek kesek a ji tundiyê zirar dîtî dibêje ji aliyê kî ve were bila were dê li dijî hemu cure tundî û bêhiquqiyê derbikeve.
Turkan Elçî bang kir, ji bo ku bûyerên xiraptir rû nedin divê ev bûyer bi awayeke ciddî were şopandin, Elçî amaje kir ku Xeyala wân a jiyina welatek wekhev de di nava aştiyê de dê têk neçe.