Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li ser Trump şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hewla kuştina Donald Trump bi tundî şermezar kir û hêviya başbûna zû jê re xwast.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Tîrmehê li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Ez êrîşa li ser Serok Donald Trump bi tundî şermezar dikim û hêviya başbûna zû jê re dixwazim.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez hevxem in ligel qurbaniyên vê êrîşa terorîstî û hevpiştiya xwe bi Wîlayetên Yekgirtî ya Amerîkayê re nîşan didim.”

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li wîlayeta Pennsylvanyayê dema bangeşeya hilbijartinan dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat.

Donald Trump roja şemiyê (bi dema xwecihî ya Amerîkayê) dema ku di bangeşeya hilbijartinê de li Pennsylvanyayê gotarek pêşkêş dikir, rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar bû.

Trump piştî êrîşê li navendeke bijîşkî ya li Pennsylvania diyar kir: “Guleyek li beşa jorîn a guhê min ê rastê ket.”

Ajansa Xizmeta Nehênî ya Amerîkî ragihand, “Serok Donald Trump ji cihekî bilind ê li derveyî qada bangeşeya hilbijartinê ve, hate gulebarankirin.”

Ajansê herwiha da zanîn: “Yek ji amadebûyan hat kuştin û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn û me êrîşker bêbandor kir.”

Ajansê got ku lêkolînek aktîf li ser bûyera gulebaranê hate destpêkirin û dema ku zanyariyên zêdetir bi dest bikevin, ew ê belav bikin.

Tora “CNN” jî da zanîn, FBI'yê nasnameya êrîşkerê Trump destnîşan kiriye û got, ew ciwanekî 20 salî ji Pensîlvanyayê ye, lê heta niha navê wî nehatiye eşkerekirin.