Sibe hilbijartinên Parlamentoya Sûriyeyê tenê li navçeyên rêjîmê tên kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê sibe 15ê Tîrmehê tenê li navçeyên di bin kontrola rêjîma Sûriyeyê de dê bên kirin.
Dengdêrên Sûrî sibe Duşemê diçin ser sindoqan da ku nûnerên xwe di Encûmena Nûneran (parlemanto) de, bê opozîsyon û bê surprîz hilbijêrin.
Ev hilbijartin in ku piştî derketina şer di sala 2011an de ye, ku ti opozisyona bibandor di hundirê Sûriyeyê de nîne û deverên berfireh li derveyî kontrola rêjîmê mane.
Li Rojavayê Kurdistanê giringî bi hilbijatinan nayê dayîn û gelek alî van hilbijartinan baykot dikin û bi ku dibînin ev hilbijartin ne rewan e û ti çareseriyê bi xwe re nayîne.
Berdevkê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24ê re got, wan ev hilbijartin boykot kirine, ew di wê baweriyê de ne ku hilbijartin dê ti pêngavekê ji bo çareseriyeke siyasî bi xwe re nîne û tenê tekezî li ser mana Partiya Beisê li ser desthilata Şamê dike.
Serokê Rêxistina Asûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûsê ji K24ê re got: “Encamdana hilbijartinan li dijî destûra ku di sala 2011an de hatiye danîn e. Rêjîm dixwaze bi rêya van hilbijartinan nameyekê ji civaka navdewletî re bişîne ku wê rewabûna xwe ji gelê Sûriyeyê standiye, lê di rastiyê de piraniyan welatiyan van hilbijartinan red dikin û xwepêşandanên li Siwêdayê û yên navçeyên din belgeya wê yekê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê boykot kir û diyar kir ku divê çareseriyeke giştî li gorî biryara navdewletî (2254) pêk bê.
Herwiha MSDê bang li gelê Sûriyeyê, tevahî hêzên nîştimanî û demokratîk kir jî ku beşdarî hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê nebin û got: “Em girîngiyê didin çareseriya siyasî ya giştî ya li gorî biryara navdewletî 2254.