Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê û Fransayê peywendiyeke dualî ya bihêz heye

Sefrîn Dizeyî
Sefrîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewamiya peywendiyan bi Fransayê re dike.” Tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê û Fransayê gelek berjewendî û armancên hevpar hene.”

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di çarçoveya gotarekê de bi helkeftina Roja Niştîmanî ya Fransayê ragehand, “Herêma Kurdistanê û Fransayê baştirîn peywendiyên dualî hene, ku vedigerin salên 1960an bi pêşengî û bizavên General Barzaniyê Nemir.”

Sefîn Dizeyî tekez jî kir, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê gelek bihêz in”. Herwesa got, “Herêma Kurdistanê alîkariyên Fransayê ji bîr nake, xasma li serdema DAIŞê ku Fransayê alîkariyeke zêde ya serbazî pêşkêşî Pêşmergeyan kir.”

Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewamiya peywendiyan bi Fransayê re dike, herwesa Herêma Kurdistanê û Fransayê gelek berjewendî û armancên hevpar hene.”

Bi helkeftina Roja Niştîmanî ya Fransayê, her sal li roja 14ê Tîrmeha hemî salanTîrmehê ew bîranîn li Fransayê û nûnerîtiyên diplomatîk ên wî welatî li cîhanê tê kirin. Her wekî welatên din, Fransa li Hewlêrê jî wê bîranînê pîroz dike.

Fly Erbil Advertisment