Serok Barzanî li Hewlêrê tevlî bîranîna Roja Niştîmanî ya Fransayê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî tevlî merasîmên bîranîna Roja Niştîmanî ya Fransayê dibe û pîrozbahiya wê bîranînê li Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dike.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî êvara îro (Yekşem, 14.07.2024) li hotela Rotanayê ya bajarê Hewlêrê tevlî merasîmên bîranîna Roja Niştîmanî ya Fransayê bû.”
Ew merasîm ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê hatibû lidarxistin û hejmareke berçav a mêvanan amade bûbûn.
Serok Barzanî di çarçoveya wan merasîman de Roja Niştîmanî ya Fransayê li Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê pîroz kir.

