Dema pêşkêşkirina namzedan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dema pêşkêşkirina namzedan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta roja Pêncşemê 18ê Tîrmehê hat dirêjkirin.
Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed ji K24ê re ragihand, Encûmena Komîsyaran dema wergirtina lîsteyên namzedên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê heta roja 18ê Tîrmeha 2024an dirêj kir.
Merwan Mihemed diyar kir jî: “Heta îro 15ê Tîrmehê, du hevpeymanî, 11 partiyên siyasî û 35 namzedan navên xwe pêşkêş kirine.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gorî fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê, roja 20.10.2024an wekî roja birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistana Îraqê destnîşan kiriye.
Jêderekî ji Komisyona Hibijartinan jî ji K24ê re ragihand: “Me ji sedî 80ê amadekariyên hilbijartinan bidawî kirine û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek bi me re hevkar in.”