Fuad Hisên: Pirsa Sûriyeyê pêdivîtî bi çareyeke hevseng û giştgir û demdirêj heye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê amajeyê dide ku, di çarçoveya peywendiyekê de bi Şandiyê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê re tekez li ser giringiya çarekirina pirsa Sûriyeyê bi awayekî hevseng û giştgir û demdirêj kiriye.
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên duhî (Sêşem, 16.07.2024) li ser tora civakî ya Xê parve kir ku, di peywendiyekê de bi Şandiyê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Gar Peterson re tekez li ser giringiya çarekirina pirsa Sûriyeyê bi awayekî hevseng û giştgir û demdirêj kiriye.
Fuad Hisên amaje jî da ku, wan di wê peywendiyê de danûstandin li ser rewşa Sûriyeyê kirine û xasma tekez li ser bizavên hevpar ji bo yekalîkirin û çarekirina qeyranên Sûriyeyê hatiye kirin.
Fuad Hisên li roja 11.07.2024ê ragehand, “Pêşengiya Îraqê ji bo nêzîkbûna navbera Tirkiye û Sûriyeyê û civîna wan li Bexdayê heye, ji ber ku wan her du welatan bandor li ser hev û li ser Îraqê jî heye.”