Ekber Heyder: Kiryarên PKKê di berjewendiya dijminên gelê Kurd de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê liqê 15 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Ekber Heyder got: “Kiryarên grûpa terorîstî ya PKKê dikevin rêza çalakiyên terorîstî û di berjewendiya dijminên gelê Kurd de ne.”
Ekber Heyder ji K24ê re ragihand, “kiryarên grûpa terorîstî ya PKKê di çarçoveya çalakiyên terorîstî de ne”. Herwiha got jî: PKK bi van pêngavên êrîşker, bi taybetî di van du-sê salên dawî de, armanca wan ew e ku hemû kadro û hevalên di nava hêzên sîyasî de, bi taybetî ew hêzên sîyasî yên ku berevanîya xaka Kurdistanê ya neteweya Kurd dikin, bikin armanc.
Ekber Heyder got, kiryarên PKK'ê di berjewendiya dijminên gelê Kurd de ne, eger bi rastî niyeta wan a azadkirina Kurdistanê ye, bila hewl bidin bihustek ji axa pîroz a Bakurê Kurdistanê azad bikin.
Berpirsê liqê 15 ê PDKê li Xaneqînê got: “Bêguman pêkanîna van bernameyan, destên dijminên Kurd û Kurdistanê li pişt e ku dixwazin asayîş û aramiyê têk bidin.
Roja 15-07-2024an, otomobîla Berpirsê Liqê 22 ê PDKê li Germiyanê Ekrem Salih, li ber deriyê mala wê li bajarê Kelarê hat teqandin. Ekrem Salih jî di konferanseke rojnamevanî de got, ev karekî teroristî ye.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî roja 16ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, demek e grûpa têkder a PKKê bi bername hewla terorkirina welatî, kadro û endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dide. Bi kiryarên xwe yên êrîşkar zirarê didin mal û milkên welatiyên Herêmê.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, “Di dawî kiryara wê ya şerxwazane de li roja 15.07.2024ê bi rêya bomba nûsandî erebeya berpirsekî bilind ê hizbî li bajarê Kelarê kir armanc.”
Di wê ragehandinê de hat, “Wê grûpa têkder di dema sê salên borî de gelek welatî û endamên hêzên bergiriyê li Kurdistanê kirine armanc, ku hejmareke wan şehîd bûn û herwesa di hejmareke karên xwe yên têkderane de serkeftî nebûn û hatin pûçkirin û ew kom bi wê yekê jî ranewestiya, belkî bi şewitandina cihên giştî û sûk û molan li Herêma Kurdistanê û deverên din kîna xwe darêt û bû sedema gehandina zirarê ji bo kedkar û welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê.”
Tekez jî kir, “Ew grûp bûye alavek ji bo bazirganîkirin û belavkirina madeyên hişber û karên neqanûnî li deverê û li ser astê navdewletî.”
Herwiha amaje da, “Ev zêdegaviya grûpa têkder a PKKê paşeroja deverê dixe ber metirsiya herêmî û navdewletî û rengvedanên nerênî û nexwastî li dû xwe tîne, berdewamkirina wan kiryaran bê bersivê nabe û serkirdetiya wê komê ji her encam û rengvedanekê berpirs e.”