Bi biryara Mesrûr Barzanî, rêpêdanek li ser zeviyên Heşta Hesarokê tê bicihanîn

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêpêdana parveyî duyê li ser zeviyên kertê Heşta Hesarokê tê bicihanîn.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Ew biryar pêxemetî xizmetkirina welatiyên bajarê me yê xweşevî û zêdetir avedaniyê û ji bo berjewendiya giştî û welatiyên hejar bi taybetî hatiye derxistin.”

Tekista ragehandina Serokatiya Şaredariya Hewlêrê:

Piştî razîbûn û biryara Rêzdar Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û raspartina Rêzdar Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û rûniştina Civata Şaredariya Hewlêrê bi serperiştiya Serokê Civata Şaredariya Hewlêrê Endazyar Karzan Ebdulhadî û cîgirê wî û bi amadebûna endamên civatê di rûniştina hejmar 23 ya Civata Şaredariya Hewlêrê de bi biryara hejmar 182 li roja 15.07.2024ê, pêxemetî xizmetkirina welatiyên bajarê me yê xweşevî û zêdetir avedaniyê û ji bo berjewendiya giştî û welatiyên hejar bi taybetî fermana rêpêdana parveyî duyê li ser zeviyên kertê Heşta Hesarokê çû di warê bicihanînê de, piştî ku di rûniştinê de danûstandin û şêwirmendî di derheqa çend xal û rênimayên rêpêdanê de li ser hatin kirin.