Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê bombeyek hat dîtin û pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin, li Hênêya Diyarbekirê di dema operasyoneke leşkerî de li kêleka rêya hatçûyê bombeyek destçêkirî hat dîtin û hêzên ewlekariyê ew bombe pûç kirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, li Taxa Topçular a navçeya Hênê ya Diyarbekirê di dema lidarxistina operasyoneke leşkerî de, Hêzên Cendimeyên Licê û Hêzên Cendirmeyên Hênê bombeyek bi destan hatiye çêkirin li kêleka rêya hatçûyê dîtine û ew bombe pûç kirin.

Di daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê de hat amajekirin, bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Hênê daneyên li ser bombeya hatine bidestxistin bo lêkolînê  hatine hilanîn.