Balyozê Romanyayê: Em hevahengiya aborî bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Romanyayê li Iraqê ragihand, serdana şanda wî bo Hewlêrê, ji bo nêzîkkirina karsazên her du aliyan bi armanca berfirehkirina hevahengiya aboriyê ye.

Balyozê Romanyayê li Iraqê Radu Octavian ji K24ê re ragihand: “Çavên karsazên Romanyayê li ser veberhênana li Herêma Kurdistanê ne û armanca wan, berfirehkirina hevahengiya di navbera her du aliyan de ye.”

Octavian amaje bi wê kir: “Rola balyozxaneyê me, berfirehkirina hevahengiya aborî ye. Di vê arasteyê de, em ê her hêsankariyekê bikin.”

Herwiha got jî: “Ez bawer im ku Herêma Kurdistanê ji pêşketinên Romanyayê sersam e, ewa ku me dest pê kiriye, pêvajoyeke berdewam e û çavê me li berfirehkirina wê ye.”

Fly Erbil Advertisment