PDKê lîsteya namzedên xwe pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.

PDKê îro 18ê Tîrmehê lîsta namzedên xwe yên ji bo gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî her sê şaxên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê kir.

Li gor yasayên Komîsyonê, her lîsteyek ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe, li her parêzgehekê dikare du qatan ji kursiyên xwe zêdetir pêşkêş bike, ji bo vê hilbijartinê jî, 190 namzedên PDKê hene.

Dabeşkirina namzedên PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê:

1. Hewlêr: 64 namzed

2. Dihok: 48 namzed

3. Silêmanî: 72 namzed

4. Helebçe: 6 namzed

Roja 20-05-2024an, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinan a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji 100 kursiyan, 5 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkhateyên wek kuta terxan kirin û hejmara kursiyên giştî kêm kir.

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 32 kursî

2. Silêmanî: 36 kursî

3. Duhok: 24 kursî

4. Helebçe: 3 kursî

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kutayê li ser parêzgehan:

1. Hewlêr: 2 kursî

2. Silêmanî: 2 kursî

3. Duhok: 1 kursî

4. Helebçe: nîne

(Bi tevahî: 5 kursî)

Hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê 20-10-2024’an bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê were lidarxistin.